IŞİD'in Kobanê’ye yönelik saldırılarına karşı 6-8 Ekim 2014’te gerçekleşen protesto eylemleri gerekçe gösterilerek Halkların Demokratik Partisi (HDP) eski Eş Genel Başkanları, Merkez Yürütme Kurulu (MYK) üyelerinin de aralarında bulunduğu siyasetçilerin yargılandığı Kobanê Davası Ankara 22’nci Ağır Ceza Mahkemesi’nde görülmeye devam etti.

Eski HDP Eş Genel Başkanı Selahattin Demirtaş duruşmada anadilinde savunma yapmak istediğini belirterek Kürtçe savunma yaptı. "Öncelikle tüm arkadaşlarımı, avukatlarımızı ve salonda dayanışma için bulunan herkesi yürekten selamlıyorum" ifadelerini kaydeden Demirtaş şöyle sözlerini sürdürdü:

"Savcının mütalaasına karşı kısaca birkaç şeyi belirtmek istiyorum. Her periyotta altını çizdiğimiz bir noktayı tekrarlayarak başlayacağım. Bu yargılama baştan sona politik bir faaliyettir. İktidarın siyasi amaçları doğrultusunda yürüyen hukuk dışı bir faaliyetle karşı karşıyayız. Buna bir yargılama denemez. Hukukun zerresinin uygulanmadığı bir faaliyete dava ya da mahkeme de denemez. O nedenle, savcılığın mütalaasına da mütalaa değil, siyasi bir çarpıtma belgesi denebilir ancak."

'HDP’Lİ OLARAK GİRDİK, HDP’Lİ OLARAK ÇIKACAĞIZ'

"Siyasi girişime", "siyasi bir duruşla" cevap verdiklerini ve vermeye de devam edeceklerini ifade eden Demirtaş, "Dava adı altında sürdürülen bu siyasi faaliyetin temel amacı HDP’yi suçlu gibi göstererek siyasi olarak izole etmektir. Bu şekilde de AKP-MHP iktidarının bir kez daha seçim kazanmasını sağlamaktır. Ancak bu gayrı meşru hedefe ulaşmak için ellerindeki tek kumpas aracı bu dava değildir. HDP kapatma davası da aynı amaçla yürütülen bir başka siyasi faaliyettir" diye konuştu.

HDP’ye yönelik “ciddi saldırı”, “ayrıştırma” ve “parçalama” siyaseti izlendiğini belirten Demirtaş’ın savunması şu şekilde sürdü:

"Bunu son derece sinsi yöntemlerle denediklerini geçmiş deneyimlerimizden çok iyi biliyoruz. Bu kirli operasyonlara karşı bizim cevabımız, HDP’nin etrafında her zamankinden fazla kenetlenmek ve demokrasi, özgürlük ve barış mücadelesini büyütmek olacaktır. Herkes şunu çok iyi bilmeli ki, biz siyasette gelenek partilerimiz ve HDP ile doğduk, HDP ile büyüdük ve HDP ile kazanacağız. Bizi yüz binlerce yıl hapis cezasıyla tehdit etseniz de ömür boyu hapiste tutsanız da biz buraya HDP’li olarak girdik, HDP’li olarak çıkacağız. Hepimiz haksız ve suçsuz yere, açık bir kumpas neticesinde cezaevinde tutuluyoruz. Ben kendim için değil ama rehin tutulan arkadaşlarım için üzülüyorum. Her birimiz silahın, şiddetin, savaşın bitmesi ve onurlu bir toplumsal barışın gerçekleşmesi için uzun yıllardır siyasi mücadele yürütüyoruz. Ve hepimiz tümüyle ve sadece ama sadece fikirlerimizden, konuşmalarımızdan dolayı rehin tutuluyoruz."

'FİKİRLERİMİZ ARAMALARDA BULUNAMIYOR'

Fikirlerinin hapsedilemeyeceğini, savcılığın mütalaasını kabul etmediğini söyleyen Demirtaş’ın savunması şu ifadelerle devam etti:

"Ancak tarihte binlerce örneği yaşandığı gibi bizim de fikirlerimiz hapsedilemez. Örneğin yolsuzluktan, hırsızlıktan, rüşvetten hapiste olsaydık çaldığımız malları beraberimizde hapse getiremezdik. Katil olsaydık ne cinayet silahını yanımızda hapse getiremezdik. Oysa bizim suç olarak görülen fikirlerimiz şu anda yanımızda kafamızın içindedir. Aramalarda bulunamıyor, x-ray cihazından geçtiğimizde sinyal vermiyor. Zaten suç unsuru olsalardı içeri getiremezdik. Çünkü saydığım gibi, suç unsurları cezaevlerine getirilemiyor. Fikirlerimizi, ilkelerimizi kimse bizden alamadı, bundan sonra da kimse alamayacak. Bu kararlılığımızı sağlayan en temel nedenlerden biri de dünyanın dört bir yanındaki halkımızın, sürekli artan kararlı desteğidir. Bugüne kadar halka, halkın değerlerine, mücadelesine uygun şekilde hareket etmeye çalıştık, bundan sonra da aynı şekilde olacak. Mütalaayı bu gerekçelerle reddediyor, kabul etmiyorum. Tüm rehine arkadaşlarım açısından tutukluluk hali ağır bir ihlale dönüşmüşken heyetinizin savunma hakkımıza bir iki günlük sınırlama getirmesini de kabul etmiyorum. Savunma sırası gelen ve hazır olan arkadaşlarımızın savunmaları bittikten sonra, en sonda savunma yapacağım. Tüm arkadaşlarımın tahliyesine karar verilmesini talep ediyor, herkese bir kez daha selamlarımı ve sevgilerimi iletiyorum."

Demirtaş’ın savunmasının Kürtçe tam metni:

Ji bo Dadgeha Cezaya Giran a 22’yemîn a Enqereyê 

Ez dixwazim di vê celseyê de bi zimanê xwe yê dayikê xwe biparêzim. 
Berî her tiştî ez hemû hevalên xwe, parêzerên xwe û dostên ji bo piştgiriyê hatine vê salonê, bi dil û can silav dikim. 

Ez dixwazim derheqê mutaleaya dozger de çend tiştan bibêjim. Ez her car behsa xalekê dikim û ez ê niha jî wê xalê dubare bikim. Ev doz, ev mehkeme ji serî heta binî çalakiyeke polîtîk e. Tu eleqeya vê dozê bi hiqûqê re tune. Ev doz bi temamî ji bo armancên siyasî yên desthilatiyê hatiye vekirin. Ev ne mehkeme û darizandin e. Di vê dozê de misqalek jî hiqûq tune, loma ev ne mehkeme û darizandin e. Ji bo wê ew mutaleaya dozger amade kiriye jî ne mutalea ye, ev mutalea belgeyeke siyasî ye û tê de rastî hatine berovajîkirin. 

“Ji ber ku naveroka vê mutaleyê siyasî ye, loma helwest û sekna me ya li hemberî wê jî siyasî ye. Em ê vê helwesta xwe berdewam bikin.

Armanca vê dozê siyasî ye, dixwazin HDP’ê wek sûcdar nîşan bidin û wek siyasî îzole bikin. Bi vê dozê dixwazin ku AKP-MHP careke din di hilbijartinê de bi ser bikeve.

Lê ji bo ku di vê armanca xwe ya nehiqûqî de bi ser bikevin, di destê wan de tenê ev kûmpas, ev doz tune. Doza girtina HDP’ê jî ji bo heman armancê hatiye vekirin û ew jî dozeke siyasî ye.

Lê ji bilî vê jî êrişên mezin û cidî li ser HDP’ê tên meşandin. Dixwazin partiya me parçe bikin, cudahî û nakokiyan di nav partiya me de derxin. Em ji tecrubeyên xwe yên berê jî baş dizanin ku vê yekê bi dek û dolaban dikin. Em armanca wan dizanin, lê em ê li hemberî wê zêdetir li HDP’ê xwedî derkevin, em ê têkoşîna demokrasî, azadî û aştiyê mezin bikin. Li hemberî dek û dolaban, bersiv û helwesta me wê wiha be.

Divê her kes baş bizanibe ku xet û kevneşopiyeke me ya siyasî heye. Em bi wê xetê û bi HDP’ê mezin bûn, em ê bi HDP’ê jî bi ser bikevin.

Hûn me bi sedhezaran sal cezayan tehdîd bikin jî, hûn bixwazin heta hetayê me di zindanan de bihêlin jî, em wek HDP’yî ketin zindanan, em ê wek HDP’yî jî ji zindanan derkevin. 

Em hemû bi dek û dolaban, bi kûmpas û derewan hatin girtin, hemû hevalên me bêsûc in. Ez ne ji bo xwe lê ji bo hevalên xwe xemgîn dibim. Hemû hevalên me ji bo ku şer û pevçûn biqede û aştiyeke civakî bê avakirin, bi salan e têkoşîna xwe ya siyasî dimeşîne. Û hemû hevalên me, bi tenê ji ber fikr û nêrîn û axaftinên xwe wek rehîne hatine girtin.

Lê em baş dizanin ku di dîrokê de bi hezaran caran jî derketiye holê, fikr û nêrîn nayên girtin, nayên zindanîkirin. Mesela em ji ber dizî, ruşwet û gendeliyê bihatana girtin, me tiştê ku diziye nikaribû bi xwe re bînin zindanê. Em kujer bûna, me nikaribû sîlehên xwe bi xwe re bînin zindanê. Lê fikr û nêrînên me niha jî bi me re ne û di hindurê serê me de ne. Ew fikr û nêrîn, nayên dîtin, di cîhazên X-Ray de sînyal nadin. Jixwe eger ew sûc bana me nikaribû wan bi xwe re bînin hindur. Çimkî wek min got, ku ew sûc bana me nikaribû wan bînin zindanê. 

Kes nikare fikr û nêrînên me, prensîbên me ji me bigire. Ji îro şûnde jî kes nikare wan ji me bistîne. Em di fikr û nêrînên xwe de gelek bi biryar in. Çimkî gelê me yê li her aliyê cîhanê jî her ku diçe zêdetir piştgiriya me dike. Me heta niha li gorî gelê xwe, li gorî nirxên gelê xwe têkoşîna xwe meşand, em ê ji îro şûnde jî bi heman rengî têkoşîna xwe bimeşînin.

Ji ber van sedema em mutaleayê red dikin, qebûl nakin. Hemû hevalên me yên rehîn demeke dirêj e girtî ne. Girtina wan bi xwe îxlal e, binpêkirina mafan e. Lê niha jî mafê parastinê ya heyeta me kirine 2 roj. Ez vê yekê jî qebûl nakim. Bila hevalên me yek bi yek û bi dor xwe biparêzin, ez ê dawiya dawî parastina xwe bikim. Ez dubare dikim, divê hemû hevalên me bên berdan, bên tehliyekirin. Careke din we bi dil û can silav dikim."